Li Sirbistanê êrîşa çekdarî: 8 kes hatin kuştin

.

Polîsê bajarê Belgrada paytexta Sirbistanê ragihand, li navçeyeke nêzîkî bajarê Belgradê, kesekî bi çekan gulle reşandine ser hejmarek kesan.

Polîsê bajarê Belgrada paytexta Sirbistanê ragihand, li navçeyeke nêzîkî bajarê Belgradê, kesekî bi çekan gulle reşandine ser hejmarek kesan û di encamê de 8 kes kuştine û 13 kes jî birîndar kirine.

Polîsê Belgradê eşkere kir, bûyer li navçeya Mladenovacê bi dûriya 42 kîlometre li başûrê Belgradê rûdaye û tometbar jî reviyaye û polîs li wî digerin.

Li gor daxuyaniya Polîsê Belgradê, efserekî polîs û xwişka wî di nav kuştiyan de ne.

Di nava du rojan de ev bûyera duyemîn a teqekirinê ye li Sirbistanê, roja 3ê vê mehê, xortekî li dibistaneke bajarê Belgradê bi çekan 9 kes kuştibûn.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir