Li Şinoyê 7 Kurd hatin girtin

.

 7 welatiyên ji bajarê Şinoyê Rojhilatê Kurdistanê ku beriya niha cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Îranê ve hatin girtin.

Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, 7 welatiyên ji bajarê Şinoyê yên bi navê Şiwane Babekirî, Şefî Babekirî, Şahîn Îbrahîmî, Salih Sexawet, Soran Bengînî, Şehram Îbrahîmî û Hîwa Şerîfî ku beriya niha cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn ji bo bicihkirinê careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Îranê ve hatin girtin.

Li gorî agahiyan kesên ku hatine girtin di navbera 17 û 39 salî de ne û ew birine Girtîgeha Navendî ya Şinoyê.

Kanûna Pêşîna 2023yan Dadgeha Şoreşê ya Şinoyê, Hîwa Şerîfî, Salih Sexawet, Şahîn Îbrahîmî, Şehram Îbrahîmî û Soran Bengînî bi tawana alikariya partiyeke Kurdî 3 meh ceza li wan birîbû.

Herwiha cezayê 6 mehan jî li Şiwane Babekirî û Şefî Babekirî birîbû.

Ew 7 Kurd meha Nîsana sala borî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin lê bi dayîna kefaletê hatibûn berdan heta ku biryar li ser wan bê dayîn.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin