Li Şingalê goreke din a komî hat dîtin

.

 Hat ragihandin ku li Şingalê goreke din a komî hatiye dîtin ku herî kêm termên 4-5 kurdên êzidî tê de he.

Serokê Rêxistina Êzidî ya Belgekirina Tawanên DAIŞê, Xeyrî Elî ragihandiye ku 24ê Adarê goreke komî li gundê Hemedan li sînorê qeza Şingalê hatiye dîtin ku termên hejmareke welatiyên Kurdên Êzidî tê de ne û ew ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di vê gora komî de 4 yan 5 term hene û ew gora komî dema welatiyan giyayê biharê berhev dikirin rastî wê gorê hatine.

Serokê Rêxistina Êzdî bo Belgekirina Tawanên DAIŞê da zanîn ku ew çûne cihê gora komî û wan zanyariyên temam dane Rêveberiya Karûbarên Parastina Gorên Komî ya Dezgeha Şehîdan a Iraqê, ji bo armanca karkirina li ser gorê û parastina wê.

Heta niha 73 gorên komî li Şingalê hatine dîtin ku 348 rûfat tenê ji nav 17 goran hatine derxistin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle