Li Şingalê careke din şer di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de derket

.

Şer û pevçûn careke din di navbera çekdarên PKKê û hêzên artêşa Iraqê de li qezaya Şingalê derket.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê şer û pevçûn careke din di navbera çekdarên PKK û artêşa Iraqê de li rêbenda Tobal a li nahiya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve derket.

Ji şeva borî ve şer û pevçûn di navbera PKK û artêşa Iraqê de li navçeya Bab Şilo li rojavayê Şingalê derketiye û heta niha jî berdewam e. Di şer û aloziyan de çekên sivik û Doşka tên bikaranîn.

Jêderekî ewlekariyê ji Peyamnêrê K24ê re ragihand, ji encama pevçûnan, 2 leşkerê Iraqî û çekdarekî PKKê birîndar bûne.

Bab Şilo nêzîkî komelgeha Xanesorê ye û binkeyên çakdarên ser bi PKKê li wir heye.

Çend roj in alozî di navbera artêşa Iraq û hêzên ser bi PKKê ve li nahiya Sinûnê û qezaya Şingalê derketine û artêşa Iraqê jî hejmareke mezin ji tank, çek û pêwîstiyên leşkerî şandine wê deverê.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN