Li Sineyê 45 hezar alûdeyên madeyên hişbir hene

.

Li gor raporteke polîsê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistan, li Sineyê 45 hezar kes madeyên hişbir bi kar tînin, hejmara wan kesên bi eşkere li cihên giştî wan madeyan bi kar tînin, ji %27 zêde bûye.

Cîgirê Fermandarê Polîsê Sineyê Lutfulah Darabî ragihand ku ji %45ê kesên alûdeyê madeyên hişbir heşîşê û %30ê wan jî şîşe bi kar tînin.

Lutfulah Darabî got, beriya niha kesên ser 25 salî re madeyên hişbir bikar dianîn lê niha kesên 18 salî jî wan madeyan bi kar tînin.

Polîsê Parêzgeha Sineyê di nava 11 mehan de, 2 hezar û 861 kes, bi tawana bikaranîna madeyên hişbir desteser kirine.

Parêzgerê Sineyê Îsmaîl Zarêî Koşa di civîna 22ê vê mehê de li Encûmena Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de ragihand, piraniya bikarhênerên madeyên hişbir li wê parêzgehê ku rêjeya wan %45 e, heşîşê bi kar tînin û %30ê wan jî şîşe bi kar tînin lê niha piraniyê berê  xwe daye bikaranîna marijuanayê.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt