Li Şîliyê çepgir bi ser ketin: Gabriel Borîc bû serokdewletê nû

.

Piştî ki li Şîliyê ji sedî 50ê dengan hatin hilbijartin, rastgir José Antonio Kastî serkeftina namzetê Rêkeftina "Pesendkirina Rûmetê", Gabriel Boricê çepgir qebûl kir. Di wê saetê de ku Kastî serkeftina Boricî qebûl kir, (li gorî saeta Şîliyê 19.21) Boric 9 poîntan di pêş de bû.

Lijneya Hilbijartinê ya Şîliyhe, aşkere kir ku ji sedî 50ê dengan hatine jimartin û Gabriel Borîcî 2 milyon û 128 hezar û 46 deng bi dest xist. Li gorî rêjeyê ji sedî 54.74yê dengan e ev jimar û bi vê encamê Borîc bi ser ket. Namzetê Eniya Civakî ya Xristiyanan José Antonio Kastî jî milyonek û 761 hezar û 183, ango ji sedî 45.28ê denga bi dest xist.

Radyoya Zanîngeha Şîliyê diyar kir ku Kastî li gorî saeta Şîliyê, di 19.30 deqîqeya de telefonî Boricî kir û serkeftina Borîcî qebûl kir:

"Gaveke beriya niha ez bi @gabrielboric re axivîm û ji ber serkeftina wî ya mezin min ew pîroz kir. Ji îro û pê de Serokê Şîliyê yê hilbijartiye û hemû piştgiriya me û hevkariya me ya erênî heq dike."

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin