Li Silêmaniyê perestgeheke Cihûyan li binê malekê hat dîtin

.

Li navçeya Kifrî ya ser bi Silêmaniyê ve di bin xaniyekê de sînagogeke Cihûyan ku ji sedsala 19mîn maye hat dîtin. Sînagog ji ber ku ev demeke dirêj e hatiye paştguhkirin di bin metirsiya hilweşandinê de ye.

Rêveberê Dezgeha Şûnwarên Dîrokî ya Kifrî Ubeyd Mihemed ji Rûdawê re got, “Ev xanî  yek ji girîngtirîn berhemên dîrokî yên Kifrî ye. Ew maala Dawid Zerîf ku yek ji kesayetiyên Cihû yên navdar ên herêmê ye.”

Ji ber metirsiyên ku wê demê rû bi rû man, Cihûyan xwe li vê malê vedişartin.  

Mihemde diyar kir ku ev wek perestgeh jî dihat bikaranîn û wiha got: “Li qata jêrîn a xanî beşeke nû ya ku wek perestgeh dihat bikaranîn hat dîtin. Xanî 361 metre çarqoşe ye û ji çar ode û saloneke mezin pêk tê. Perestgeha li qata jêrîn bi mîmariyek pir balkêş hatiye avakirin. Heşt beşên hewastandinê yên cuda hene û germahiya di hundur de her weke  10 pileyan tê parastin.”

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin