Li Silêmaniyê otomobîlek hate bombebarankirin: Kuştî hene

.

Derdora gundê Rengîneyê yê devera Şarbajêr a Silêmaniyê otomobîlek hate bombebarankirin. Rêveberê nahyeya Zelanê got, “4 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê navçeya Çiwartayê ya devera Şarbajêr Şaho Osman ji Rûdawê re ragihand, li gundê Rengîneyê danê êvarê otomobîlek hate bombebarankirin.

Rêveberê nahyeya Zelanê Selam Omer jî ji Rûdawê re anî ziman, “4 kes di wê otomobîlê de bûn û hemûyan canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê navçeya Çiwartayê her wiha diyar kir ku ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye.

Şaho Osman li ser ziyanên canî û nasnameyên kesên ku canê xwe ji dest daye got:

“Heta niha ti tişt ne zelal e. Hêzên Berevaniya Sivîl, tîmên tenduristî û ewlehiyê ber bi sînor ve hatine şandin û dest bi xebatan kiriye.”

Kurdistan Haberleri

Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’
Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin