Li Silêmaniyê metirsiya Kolerayê didome: 482 nexweşên din hatin tomarkirin

.

Li demeke ku metirsîya belavbûna nexweşiya kolerayê bi taybet li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê dewam dike, 482 haletên din ên zikçûn û verîşînê hatin tomarkirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, li bajarê Silêmaniyê di nav 24 saetên borî de 482 nexweşên zikçûn û verîşînê serî li nexweşxaneyan dane û piraniya wan piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, ji nexweşaneyê derketine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Silêmaniyê çend roj berê nêzîkî 100 kesên mezin û biçûk di nav de, piştî testên wan hatibûn kirin, nexweşiya kolerayê li ser wan hatibû tesbîtkirin.

Ji ber zêdebûna metirsiya nexweşiya kolerayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20ê Hezîranê biryar dabû 800 milyon Dînar wek budceya hawarhatina bilez ji bo kontrolkirina nexweşiyên zikçûn, veşîn û kolerayê ji bo Parêzgeha Silêmaniyê bê xerckirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt