Li Silêmaniyê çend navendên 'nêzîkî PKKyê' hatin girtin

.

 Hêzên Asayîşa Silêmaniyî çend navendên "nêzikî PKKyê" girtin.

Li gorî medyaya nêzikê PKKyê, doh hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser çend navendên çand, huner, rêxistin û medyayan de girtin.

Di encamê de bêyî biryara dadgehê ew navenda hatine girtin.

Her wiha çavkaniyeke ji Asayîşa Silêmaniyê li ser mijarê ji Rûdawê re got:

"Li gorî biryara Komîsyona Dadweriyê ya Îraqê, me çend navend û rêxistinên ku destûra wan a kar heta dawiya vê salê hebû û îro lîsansên wan bi dawî bûne girtin.

Girtina van navendan pêwîstî bi destûra dadwerekî din nîne, ji ber ku beriya niha me biryar ji Komîsyona Dadweriyê ya Îraqê wergirtiye û heta ku destûrnameya xwe li Bexdayê nû bikin dê bên girtin."

Li gorî zanyariyan, navendên Tevgera Jinên Azad, Kompanyaya Nûgar û Marziya û Kompanyaya Gizingî Berbeyanî ku ji bo Jin TVyê kar dike hatine girtin.

Kompanyaya Gizingî Berbeyaniyê li ser girtina kompanyayê daxûyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"31ê Kanûna Paşîn, roja dawî ya salê, di çarçoveya biryareke ku Hikûmeta Navendî ya Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Asayişa Herêma Silêmaniyê tê de beşdar in, bêyî hebûn û nîşandana nivîseke fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Kompaniya Gizingî Berbeyaniyê hat dayîn.

Em biryara rawestandina karê xwe red dikin û qebûl nakin, tevî ku ev biryar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye dan. Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê ye li Herêma Kurdistanê û nîşaneya hewla şikandina îradeya jin, nasnane û hebûna jinê ye."

Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan a Îraqê bi tohmeta pêwendiya bi PKKyê re 6ê Tebaxa 2024an biryara hilweşandina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan û Partiya Cebheya Demokratîk dabû.

Li gorî xalên yekem û duyem ên madeya 25 a qanûn partiyên siyasî ya hejmar 36 a sala 2015an, nabe ti aliyekî siyasî bi partiyeke ne Îraqî ve girêdayî be û ji aliyê ti hêzeke derveyî Îraqê ve bê birêvebirin.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide