Li Silêmaniyê agir bi bazarekê ket: Bi dehan dikan şewitîn

.

Li bazara Dare Sûtawê ya Silêmaniyê di şewata ku îro derket de bi dehan dikanan zerer dîtin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxûyaniya xwe ya ji çapemeniyê re de got:

“Di şewatê de kes nemiriye û agir hat kontrolkirin.

Saziyên berpirs li ser sedema derketina şewatê lêkolînan dikin.”

Xwediyê sê dikanên li bazarê anî ziman:

“Her sê dikanên min bi mal û pêdiviyên xwe ve bi tevahî şewitîn.

Tê texmînkirin ku ziyana giştî derdora 30 hezar dolarî ye.”

Hinek xwediyên dikanan destnîşan kir ku şewat ji ber pirsgirêkeke elektrîkê derketiye.

“Agirkuj piştî saetekê hat”

Esnafan ragihand ku beriya saet 06:00ê sibehê wan gazî tîmên agirvemirandinê kiriye lê ew piştî saetekê gihiştine cihê bûyerê û di vê navberê de bi dehan dikanan zerer dîtiye.

Xwediyê dikanekê li cihê bûyerê got:

“Dikana biraziyê min a li vir bi tevahî şewitî û her tiştê hundirê wê xerab bû.”

Li bazarên bajarên Herêma Kurdistanê gelek caran şewat derdikevin.

Pirsgirêkên elektrîkê û kêmbûna tedbîrên bingehîn ên ewlehiyê di nava sedemên sereke yên şewatan de ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle