Li Silêmaniyê 313 mayîn hatin îmhakirin

.

Li Silêmaniyê 313 mayînên ku piraniya wan ji dewra Şerê Îraq-Îranê (1980-1988) mane, hatin îmhakirin.

Mayîn li navçeya Dukanê ya parêzgeha Silêmaniyê hatin îmhakirin.

Midûrê Giştî yê Saziya Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Resûl jî beşdarî fealiyeta îmhakirina mayînan bû.

Resûl li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku wekî herêmên din ên Herêma Kurdistanê li navçeya Dukanê jî mayînên ku ji dewra şer mane, hene.

Resûl da zanîn ku mayîn bi awayekî bikontrol hatin teqandin û daxuyand ku li Dukanê bi tevahî li ser 12 kîlomêtre çarçikan mayîn hene.

Resûl got ku piştî paqijkirina mayînan ev qad daket 5,5 kîlomêtre çarçikan.

“Ji ber van mayînan 400 kes mirin an seqet man”

Resûl diyar kir ku dê herêmên din jî werin paqijkirin û wiha dewam kir:

"Ji ber mayînên li Dukanê hin welatî nikarin herin nav erd û baxçeyên xwe.

Piraniya mayînan ji dewra şerê Îran-Îraqê mane. Me 313 mayîn ji herêmê paqij kirin.

Heta niha li herêma Dukanê ji ber van mayînan 400 kes mirin an seqet man."

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin