"Li Sihêla ji ber teqeya PKKê Pêşmergeyek birîndar bû"

.

Îşev 3 çekdarên PKKê li Sihêla teqe li Pêşmerge kirin.

 Jêderekî ji hêzên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re ragihand, îşev 3 çekdarên PKKê li Sihêla teqe li Pêşmerge kirin.

Jêderê hêzên Pêşmerge ragihand, îşev di demjimêr 10:45 xulekan de, 3 çekdarên PKKê li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Pêşabûr, xwestin di sengerên hêzên Pêşmerge re derbas bibin, lê belê ji aliyê Pêşmerge ve rêgirî li wan hat kirin.

Herwiha eşkere kir, wê grûpê gelek gulle berdan sengerên Pêşmerge û pêşmergeyek birîndar bû, hêzên Pêşmerge jî bersiv dan û ew sê çekdar hatin dorpêçkirin.

Hat diyarkirin ku niha şer rawestiyaye, lê belê li aliyê Rojavayê Kurdistanê, PKKê hêzeke mezin li ser sînor kom kiriye.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle