Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin

.

Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin Li Sêrtê jineka bi navê Fatma Sumelî ji ber nexweşîya xwe diçe nexweşxaneyê lê ji ber ku ew bi kurdî diaxive û tirkî nizane nehat dermankirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Fatma Sumelî xwest li Polîklînîka Guh Bêvil Qirikê ya Nexweşxneya Pewerdehîyê û Lêkolînê ya Sêrtê tedawî bibe. Hat zanîn ku Fatma Sumelî ji ber ku bi tirkî nizanibûye nehatiye dermankirin.

Sumelî a ku guhê wê giran bûne di 17ê îlonê de diçe nexweşxaneyê. Lê belê ji ber ku Sumelî bi tirkî nizanibûye testa wê ya guh ango SRTê nehatiye kirin. Bijîşkê ku li Sumelî nihêriye, li ser kaxezê ku ji bo testa guh amade kirîye, ev nîşe nivîsandîye: “Nexweş ji ber ku bi tirkî nizanibûye nirxên SRTê nehatine pîvan.” Bijîşk pêşnîyaz dike ku Sumelî bibin nexweşxaneyeke din derman bikin.

Kurê wê Abbas Sumeli derbarê mijarê de wiha got.

“Deng nayê dayika min, em jî li ser vê yekê çûn nexweşxaneyê. Dema em çûn nexweşxaneyê me testa guhê wê kir. Ewilî bi amûrekê li guhê wê nihêrîn. Paşê bijîşk li diya min nihêrî. Xwestin em biçin nexweşaneyên li Amedê an jî Êlihê. Min li kaxezê ku dane me mêze kir, tê de ev dihat nivîsandin; ‘Nexweş ji ber ku bi tirkî nizane nirxên SRT’ê nehatine pîvan’. Me xwest em bi rêya werger bikin lê daxwaza werger nîne. Xwestin ez dayika xwe bibim cihekî din tedawî bikim. Li wir ên bi kurdî jî dizanibûn hebûn, em jî hebûn lê belê dîsa xwestin em biçin bajarekî din.”

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin