Li Sêrtê cerdevanan li hev dan: Kuştî û birîndar hene

.

Li gundekî parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera cerdevanan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku cerdevanên gundê Sanohê çûne gundê Bestanê û ji ber sedema erd di navbera wan de nîqaş derketiye.

Piştî nîqaşê şerê çekdarî derket û li gor zanyariyan 5 cerdevan hatine gulebarankirin û 2 ji wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Gelek cendirme û tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û kesên ku di pevçûnê de birîndar bûne bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat diyarkirin ku li deverê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle