Li Serê Kaniyê zirxpoşeke Tirkiyê zarokek kuşt

.

 Li gundê Til Helef li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, zirxpoşeke Tirkiye zarokek kuşt.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 3ê Mijdarê li gundê Til Helef li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, zirxpoşeke Tirkiye li zarokekê da di encam de wê zarokê cane xwe ji dest da,  ev jî bêyî ku serbazên Tirk bi hawara wê zarokê ve biçin an wê veguhêzin nexweşxaneyê.

13ê Cotmehê jî, cendirmeyên Tirkiye li ser sînorê hevbeş Sûriye-Tirkiye jinek û 5 zarokên wê girtin, di encam de destdirêjiya sêksî lê kirin û piştre ew avêtin aliyê Sûriyê.

Dagirkirina Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Kaniya Aştiyê lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û heta niha, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Kurdistan Haberleri

DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike
Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye
Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e