Li Serê Kaniyê û Girê Spî îsal 423 kes hatine girtin

.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bo ser herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan welatiyên herdu herêman li ser destê herdu hêzên ku niha wê navçeyê dagir dikin hatine girtin. Tenê îsal li herdu bajaran 423 kes hatine girtin.

Di nav girtiyan de hejmarek jin hene û hejmarek jî ji bo Tirkiyê hatine veguhestin. Saziya Hevdestî ku ev girtin belge kirin hûrkarî derbarê hejmara girtiyan de dane Tora Medyayî ya Rûdawê.

Girtin li Serê Kaniyê û Girê Spî:

  • 423 kes ji Serê Kaniyê û Girê Spî hatine girtin
  • 55 kes ji girtiyên herdu herêman jin in
  • 155 girtî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û Çekdaran ve hatine nepenîkirin
  • 90 girtî ji bo xaka Tirkiyê hatine veguhestin
  • 262 kes rastî îşkencedanê hatine

Izedîn Salih, Rêveberê Cîbickar ê saziya Hevdestî ji Tora Medyayî ya Rûdawê behsa sedemên girtinê kir û got hin kes tên girtin tenê ji ber ku ew Kurd in.

Izedîn Salih, Rêveberê Cîbicîkar ê Hevdestî, dibêje, “Tevahiya rewşên girtinê bi awayekî neyasayî çêdibin, gelek kes tên girtin ji bo ku pere ji malbatên wan bo berdana wan bê xwestin. Gelek kes jî tên girtin ji bo ku ew ên malbatên xwe neçar bimînin ku dev ji herêmê berdin û mal û milkê xwe li pey xwe bihêlin. Gelek kes jî tên girtin ji ber ku tenê ew Kurd in û xelkê resen ên herêmê ne.”

Roja 9ê cotmeha 2019an, artêşa Tirkiyê, ligel grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî dagîrkirina herdu herêman, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyon dest bi girtina welatiyan kirin ku çarenivîsa bi dehan ji wan heta niha ne diyar e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir