Li Serdeştê şer û pevçîn di navbera hêzên rejîmê û xelkê de çê bû/ kesek hat kuştin

.

Duh hêzên rejîma Îranê ji bo destbiserdegirtina kelûpelên kasibkaran êrîşî ser gundê Bêwran kirin û xelkê wî gundî jî pêşiya hêzên rejîmê girtin û di encamê de şer û pevçûn çê bû.

Hêzên rejîmê bi awayê rasterast xelk dane ber gulleyan û xortê Kurd ê bi navê “Hêmin Hemze” hate şehîd kirin.

Ev dîmene jî ya dema şehîdkirina “Hêmin” e.

Kerb û kîna xelkê zêdetir bû û êrîşê ser hêzên rejîmê kirin û agir berdane maşîna hêzên rejîmê û bi keviran çendîn leşkerên rejîmê birîndar kirin.

Paşê wan ku di vê dîmenê de jî diyar e êrîşê ser binkeya hêzên rejîmê kirin û agir berdane binkeyê.

Xelkê termê “Hêmin”ê şehîd danîne ser milê xwe û alaya Kurdistanê bilind kirin û hemûyan bi hev re li dijî rejîmê silogan dan û bi dengek bilind gotin, “şehîd namirin”.

Du xwîşk û birayê “Hêmin” jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine birîndarkirin.

Lê xwîşka şehîd “Hêmin” ya bi navê “Amêne” bi tundî bi gulleyên hêzên rejîmê hate birîndarkirin û rewşa tendirustiya wê nebaş bû û demûdest bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

“Hêmin Hemze” xîzandar bû û bavê du zarokan bû.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat