Li ser qezaya Dêrikê biryara qedexeya weşanê hat ragihandin

.

Li ser qezaya 20ê Tebaxa li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku 20 kesan canê xwe ji dest dabûn qedexeya weşanê hat ragihandin.

Hinceta biryara ku ji aliyê Dadweriya Cezaya Sulhê ya Dêrikê ve li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê hatiye dayîn wiha ye, “Ji bo tenduristiya gel, ewlekariya neteweyî, nîzama giştî, ewlekariya giştî û pêşîgirtina li tawanan, di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternetê, medyaya civakî de, hemû nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî heta lêpirsîn bi dawî bibe qedexe ne.”

Di qezaya barhilgirên ji Kargeha Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdingê li navçeya Dêrikê pêk hat de, 20 kesan canê xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bibûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin