Li ser Keleha Hewlêrê platforma Xwebexş Kurdistan hat ragihandin

.

Platforma Xwebexş Kurdistan wek mezintirîn û çalaktirîn rêxistina xwebexşiyê li Herêma Kurdistanê hat ragihandin.

 Platforma Xwebexş Kurdistan wek mezintirîn û çalaktirîn rêxistina xwebexşiyê li Herêma Kurdistanê hat ragihandin û di merasîmekê de li ser Keleha Hewlêrê hûrgirlî û armancên platformê hatin ragihandin.

Êvara 22ê Hezîrana 2023an, platforma Xwebexş Kurdistan li jêr dirûşma "Bişiyankirina xwebexşan û bihêzkirina Kurdistanê" hat ragihandin û wek rêkxerên vê çalakiyê diyar kirin, vîzyona wan di vî karî de bihêzkirina Kurdistanê ye bi rêya hêza karê xwebexşiyê ve.

Nûnerê Xwebexşan di gotara xwe ya merasîmê de diyar kir, ev proje bi serperiştî û piştevaniya Arîn Mesrûr Barzanî hatiye encamdan ji bo yekxistina karê xwebexşan li Herêma Kurdistanê û komkirina hewldanan di platformekê de ji bo zêdetir rêkxistina karên xwebexşiyê û yekxistina hêzên xwebexşan, da ku karên wan zêdetir berhemdar bibe ji bo xizmetkirina zêdetir a Kurdistan û civakê.

Platforma Xwebexş Kurdistan di warên perwerde, jîngeh, tendirustî, xizmeta civakî, huner, çand, ajeldostî, mafên mirovan û pêşvebirina civakê de kar dike û tekezî li ser pabendbûna bi dabînkirina jîngeheke tendirust û parastî ji bo xwebexşan, pêşkêşkirina ezmûn û rahênan, pêkanîna derfetên cûr bi cûr û dakokîkirina li mafên xwebexşan, dike.

K24

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin