Li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê Elî Qazî ji bo Hewlêrê tê vegerandin

.

Elî Qazî, kurê bi tenê yê pêşewa Qazî Mihemed roja 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû.

Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Yekşemê 17ê Tîrmeha 2022an termê Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed bo Hewlêrê tê vegerandin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, roja Yekşema bê, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termê Elî Qazî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re digihe Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir jî, merasîmek ji bo pêşwazîkirina li termê Elî Qazî tê amadekirin.

Derbarê cihê bixakspartina termê Elî Qazî de, Parêzgarê Hewlêrê got: “Malbata wî biryarê didin kû bi xakê bê spartin.”

Elî Qazî, kurê bi tenê yê pêşewa Qazî Mihemed roja 10ê Tîrmeha 2022an di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle