Li Seqizê 10 mamostayên girtî dest bi gireva birçîbunê kirin

.

Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê 10 Mamostayên girtî  di zîndana wî bajarî de ji roja yekşemiyê ve dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengavê, ragihand ku ew 10 mamostayên bajarê Seqizê ku di xwepêşandanên  mamostayan da hatibun girtin, ji bo nişandana nerazîbûna xwe li hember berdewamiya girtina neyasayî ya mamostayan û binpêkariyên navendên emnî derbarê dosyayên ku li dijî mamostayan çê dikin, dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Li gorî  zaniyariyên Rêxistina Mafê Mirovan Hengavê,  Xalid  Ebdulahî, Silêman Ebdî, Ehmed Qadrî, Tahir Hamêdî, Zahêd Moradî, D. Hisam Xakpoor, Hesen Rehîmiyan, Îsmail Rêyhanî, Amanc Emînî û  Mohsên Şikûhî beşdarî girevê bûne.

Herweha li bajarê Seqizê, hejmarek ji mamostayan û çalakvanên sivîl ên wî bajarî,  daxuyaniyek belav kirin û têde li gel şermezarkirina girtina neyasayî ya hevkarên xwe, ragihandin ku ji bo piştgirîkirina ji  gireva wan mamostayên girtî,  roja Çarşemê  22ê vê mehê, li ber avahiya qaymqametiya  bajar dê  xwepêşandanê bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle