Li Semsûrê lehî rabû: Konteynerên mexdûrên erdhejê di bin avê de man

.

 Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke gur lehî rabû û hejmarek konteynerên mexdûrên erdhejên 6ê Sibatê di bin avê de man.

Yekitiya Pizîşkên Tirkiyeyê (TTB) li ser hesabê yê tora civakî ragihand ku 2 roj in ji ber baraneke gur gelek konteynerên mexdûrên erdhejê di bin avê de mane û li ser mijarê karvedan nîşanî rayedaran da.

Herwiha çend dîmenên konteynerên ku di bin avê de mane jî belav kirin û di dîmenan de hejmarek welatî bi sîtilan ava ku ketiye nav konteyneran vala dikin.

Yekitiya Pizîşkên Tirkiyeyê (TTB) ragihand:

“Li Semsûrê ji ber barana doh û îro gelek konteyner di bin avê de mane. Mexdûrên erdhejê careke din neçar mane birînên xwe bixwe bipêçin.

Tevî ku 9 meh û nîv di ser erdhejê re derbas bûne kêmasiyên organîzasyonê li qadên demkî yên niştecihbûnê berdewam in.”

Semsûr yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê bû ku erdhejên 6ê Sibatê herî zêde zerer gihandiye wê.

Li gorî amarên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê di wan erdhejan de li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşiyan e û 4 hezar û 85 avahiyan jî zerer dîtine ku divê bên hilweşandin.

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn