Li Semsûrê AFADê rê neda parêzerên xwebexş

.

Li parêzgeha Semsûrê a Bakurê Kurdistanê grupeke parêzerên xwebexş, xwestin biçin nava çadirên zirermendên erdhejê û zanyariyan di derbarê mafên wan ên hiqûqî de bidin wan, lê berpirsên AFADê rê nedane wan.

Doh hejmareke parêzerên xwebexş ji bajarên Zonguldak, Bartin û Kastamonuyê çûn Semsûrê ji bo zanyariyan bidin zirermendên erdhejê, lê berpirsên AFADê bi hinceta ku destûra parêzgariyê nîne, rê neda wan ku bikevin nava wargeha çadiran de.

Berpirsên AFADê diyar kirine ku parêzgariyê ferman daye û qedexe ye parêzer bikevin nava bajarê çadiran.

Di navbera parêzeran û berpirsên AFADê de alozî çêbûye û ji parêzeran re gotine herin pirsgirêka xwe ligel berpirsên payebilind çareser bikin.

Grupa parêzeran jî dibêjin wan xwestiye xwe bighînin parêzgar an qeymeqam, lê ti bersiv ji kesî wernegirtine.

Herwiha parêzeran gotiye li ti cihekî din ê Tirkiyê tiştekî wiha nîne û ev tenê helwesta parêzgarên herêma erdhejê ye.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye