Li Şaredariya Beşîktaşê operasyon, 12 kes hatin desteserkirin

.

Di çarçoveya operasyona li ser Şaredariya Beşiktaşê de 12 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriyê Komarê ya Stenbolê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna li ser rêxistina sûcan a Azîz Îhsan Aktaş de, ji ber îdiaya ku gendelî ketiye pêvajoya amadekirina wergirtina îhaleyan 12 karmendên şaredariyê hatine desteserkirin.

Hat gotin ku di nav wan de Alîkarê Serokê Şaredariya Beşîktaşê Alî Riza Yilmaz jî heye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriyê ve hatiye dayîn de van îfadeyên li jêr cih girtiye:

"Di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2024/236201ê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li ser rêxistina sûcan a Azîz Îhsan Aktaş de biryar hatiye dayîn ku li malên 12 karmendên şaredariyê yên ku Alîkarê Serokê Şaredariya Beşiktaşê Alî Riza Yilmaz jî di nav wan de ye lêgerîn were kirin û ew kesên gumanjêkirî bên desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, “Wan kesan di pêvajoya amadekirina îhaleyên ku rêxistina sûcan ji Şaredariya Beşîktaşê wergirtine û tê gotin ku gendelî ketiyê de cih girtiye."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle