Li Şam û Humsê 2 otobusên leşkerî hatin teqandin

.

Di encama teqîna du otobusên leşkerî li bajarê Şamê û parêzgeha Humsê de, 2 leşker hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, îro danê sibê li folka Cemarik a bajarê Şamê, bombeyek ku di otobuseke leşkerî de hatibû çandin, teqiya.

SANA diyar kir, di encama teqînê de, leşkerek hatiye kuştin û 11 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otobuseke leşkerî li parêzgeha Humsê li ser riya Humis – Muhîn teqiya û di encamê de leşkerek hat kuştin û çend leşkerî jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, ew kuştî û birîndar ji bo nexweşxaneya bajarokê Muhîn hatin veguhastin û hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçeke ewlekarî li derdora nexweşxaneyê ferz kirin.

Roja 20ê Cotmeha borî jî, di encama teqandina otobuseke leşkerî li Şamê, 14 leşker ketibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle