Li Rûsyayê rojnamegerekê di dema weşana zindî de şer protesto kiriye

.

Li Rûsyayê di dema weşana zindî de rojnameger Marîna Ovsyannîkova bi kaxizekê derketiye pêş ekranê û şer protesto kiriye. Di pankartê de ev tişt nivîsandine: “Ji şer re na. Şer bisekinînin. Ji propagandayê bawer nekin. Li wir derewan li we dikin."

Rojnameger Marîna Ovsyannîkova di dema weşana zindî ya Kanal 1ê de şer protesto kiriye. Kanal 1a li Rûsyayê weşanê dike.

Rojnameger Marîna Ovsyannîkova di dema weşana zindî de kaxizek hildaye ku li ser wê "Ji şer re na. Şer bisekinînin. Ji propagandayê bawer nekin. Li vir li we derewan dikin" nivîsî bû. 

Di dema weşana zindî de Ovsyannîkova bi kaxiza li destê xwe di paş bêjerê de derketiye ber kamerayê û kaxiza xwe bilind kiriye. Kanalê yekser weşana zindî bidawî kiriye û hin vîdeoyên din weşandiye. 

Piştî çalakiya wê, polîsan Marîna Ovsyannîkova desteser kiriye. Rayedarekî/ê ji ajansa Tassê re gotiye, dibe ku Ovsyannîkova bi yasaya "li dijî bêrûmetkirina hêzên çekdar" were tawankirin. 

Marîna Ovsyannîkovayê beriya çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşandiye. Di vê vîdeoyê de gotiye ku ji ber wê li gor propagandaya Kremlînê weşan dikir, lêborîna xwe dixwaze û bang li gelê rûsî kiriye ku li dijî şerî derkevin kolanan. Rojnamegerê destnîşan kiriye ku bavê wê ûkraynî ye û xwestiye "şerê birakujiyê" bidawî bibe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin