Li Rûsyayê di êrîşeke li hember dibistanekî de 11 kes mirin

.

Li Kazan a paytexta Komara Xwaser a Tatarîstan a ser bi Rûsyayê du kesan li hember dibistanekî êrîşeke çekdarî pêkanîn û hat ragehandin di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Tatarîstanê Kazanê di êrîşeke li ser dibistanekî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Reutersê ku wek nûçeya bilez belav kir di êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwaha ajansa nûçeya a RIA jî ragehand mamosta û 6 xwandevanan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin yek ji êrîşkaran kesekî 17 saliye û hatiye girtin.

Herwaha hat ragehandin êrîşkarê din jî hatiye kuştin.

Asya Haberleri

Putin diçe Çînê: Bazirganî û hevkariya stratejîk di rojevê de ne
ŞERÊ ÎRANÊ - Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn
Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin