Li Romayê pêşangeha Girê Mirazan hat vekirin

.

 Li Romaya paytexta Îtalyayê pêşangeha Girê Mirazan hat vekirin.

Yek ji sembolên herî navdar ên cîhanê Colosseuma li Romaya paytexta Îtalyayê ye.

Li avahiya navdar ji bo danasîna şûnwarê dîrokî Girê Mirazan a li Rihaya Bakurê Kurdistanê pêşangehek hat vekirin.

Pêşangeha ku roja pêncşemê dest pê kir, ji aliyê Wezaretên Çandê yên Îtalya û Tirkiyeyê ve bi hevbeşî hat sazkirin.

Birêvebira Colosseumê û Qada Şûnwarnasiya Foruma Romayê Alfonsina Russoyê got:

“Em gelekî kêfxweş in ku pêşangeh li qadeke kevnar û şûnwarî hatiye vekirin.

Sala borî ji derveyî Îtalyayê ji çar aliyên cîhanê 12,5 milyon kes çûne serdana Colosseumê.

Dê bi milyonan kes ji îro heta 2yê Adara 2025an biçin serdana pêşangehê.”

Di pêşangehê de ji bo danasîna Girê Mirazan wêne û mînakên berhemên li Girê Mirazan têne nîşandan.

Serpereştyarê Projeya Girên Kevir Necmî Karul jî anî ziman:

“Ji bo ku li Colosseumê hatiye kirin gelekî wateyên wê hene.

Colosseum yek ji cihên ku cîhan herî zêde nas dike û balê dikişîne ye.

Li vê derê sazkirina pêşangeha Girê Mirazan, ji bo nasandina qadên şûnwarî yên li erdnîgariya me gelekî girîng e.”

Şûnwarê dîrokî Girê Mirazan, 15 kîlometreyan li bakurrojhilatê Rihayê li gundê Xirabreşkê ye.

Dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan û li ser cîhanê wekî cihê herî kevn ê niştecihbûnê tê zanîn.

Girê Mirazan Tîrmeha 2018an ji Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê re hat qebûlkirin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in