Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî berdewam dike

.

Îro Çarşemî 25ê Xezelwerê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di duyemîn roja mangirtinên seranserî de dukan û bazarên xwe daxistin.

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên ku mangirtin tê de berdewam bûn wiha ne: “Sine, Merîwan, Mihabad, Bokan, Seqiz, Şino, Dîwandere, Dêwolan, Ciwanro, Kamêran, Riwanser, Qurwe” û çendîn bajarên din man girtin û .dukan û bazarên xwe daxistin.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên li bajarên Îranê duh şev li bajarên weke, Meşhed, Erak, Tehran, Bûşehr, Benderebas, Hormuzigan, Amol, Şîraz, Îsfehan, Zencan, Sarî,  Babol û çend bajarên din, serhildêr li dijî cinayet û serkutkariyên rejîmê heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn.

 Li Zencanê di berdewamiya serhildana seranserî de, serhildêran nîşanên rênvêniyên hatinûçûnê li cih de derxistin û li dijî rejîmê silogan dan.

Li bajarê Erakê serhildêran bi kerb û kînek tund li dijî cinayetên rejîmê rijiyane ser şeqaman û dema ku rastî rêgiriya hêzên serkutkar bûn serhildêrên bihêz û bivêr maşîna hêza polîs agir berdanê.

Herwisa li xwenîşandanên nerizayetî yên li dijî rejîma cinayetkar, li Bilwara Merizdaran aTehranê, serhildêran bi dana silogana “Îsal sala xwînê ye û Xamineyî serinxûne”, heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn.

Li bajarê Sarî jî serhildêran wêneya Xomeynî û Xamineyî ya li ser avahiya Navçeya du ya bajarvaniyê dirandin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin