Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna mamosteyan berdewam e

.

Encûmena Mamosteyên Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe ji girtina endamên xwe nîşan dide.

Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê girtina endamê Desteya Rêveber a Encûmenê şermezar kir û diyar kir ku girtina endamên wê rê li ber nerazîbûnan nagirin.

Duh hêzên hêzên Îranî, bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê Şeban Mihemedî de girtin û ew desteser kirin.

Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê  got ku li şûna ku daxwazên mamosteyan lêkolîn bikin dixwazin mamosteyan bêdeng bikin.

Encûmenê daxwaza serbestberdana Şeban Mihemedî di zûtirîn dem û bê şert û merc de dike.

Mamostayên dibistanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê duh di roja duyem de di waneyên xwe de amade nebûne.

Mamoste li odeyên mamosteyên dibistanê li hev civiyan û amade nebûn bikevin dersxaneyan an jî waneyên xwe online bidin.

Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyan jî ragihand ku di roja duyem de li 300 bajar, navçe û gundan perwerde hat ragirtin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin