Li Rojhilatê Kurdistanê mamosteyekî din hat girtin

.

 Hêzên ewlekarî yên Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bêyî ti delîlan li mala mamostayê bi navê Mihemed Riza Mûradî lêgerîn kirin û ew girtin.

Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, roja 14ê Hezîrana 2022an hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê, şaxa Sineyê Mihemed Riza Mûradî de girtine û ew desteser kirine.

Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê her wiha destnîşan kir ku di destê hêzên ewlehiyê de biryara dadgehê bo girtina Mihemed Riza Mûradî tune bûye û piştî lêgerîna mala wî dest danîne ser telefona wî û ya hevjîna wî.

Li gorî daxuyaniya Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Îranê, ev girtin hevdem e ligel greva giştî ya mamostayên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku biryar e roja Pêncşemê were lidarxistin.

Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Îranê hefteya bihurî gotibû, “Eger hevkarên me bê şert û merc neyên berdan û daxwazên rewa yên mamostayên Îranî neyên cîbicîkirin, wê xwepêşandanên pîşeyî berdewam bin.”

4 mamostayên din yên çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê berî niha hatibûn girtin û heta niha nehatine berdan.

Ev demeke dirêj e mamostayên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza azadkirina mamostayên girtî, zêdekirina mûçe, wekheviya mûçeya mamostayên xanenişîn ligel karmendên din ên hikûmetê, cîbicîkirina yasaya pilebilindiyê û fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanan xwepêşandanan dikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin