Li Rojhilatê Kurdistanê embara Pasdarên Îranê şewitî

.

Li qezaya Mahîdeşt a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê embara binkeyeke Sipaha Pasdarên Îranê şewitî.

Li gorî ragihandina medya Îranê îro 14ê Sibatê agir bi mbareke ragirtina rûnê makîne û madeyên şewatê ya li binkeyeke Piştevaniya Sipaha Pasdaran a li nehiyeya Mahîdeşt a li Kirmaşanê ketiye û embar şewitiye.

Rayedarên Îranê sedema şewatê diyar nekirine, lê ragihandine ku şewat hatiye kontrolkirin û ti ziyaneke canî çênebûye.

Beriya niha jî teqîn li binke û kargehên atomî û ewlehiyê yên Îranê çêbûbûn û Îranê bi wan teqînan Îsraîl tawanbar kiribû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle