Li Rojhilatê Kurdistanê 10 xwepêşandanên din ji aliyê Rejîma îranê ve hatin kuştin

.

Di xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê de 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li Sine, Kamyaran, Seqiz, Îlam, Bokan, Mehabad, Qurwe, Ciwanro, Awdanan û çend bajar û bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê îro Çarşemê 11ê Mijdara 2022an xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, di xwepêşandanên îro de 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Endamê encûmena rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê Erselan Yarehmedî ji Rûdawê re ragihand, di xwepêşandanên Bokanê de 3 xwepêşanderên bi navên Mihemed Hesenzade, Esed Rehîmî û Salar Micawir û 2 xwepêşander jî li Seqiz û Kamyaranê canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên, li bajarê Awdanan ê parêzgeha Îlamê jî xwepêşanderek hat kuştin.

Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku li bajarê Îsfehanê 2 leşker ji aliyê xwepêşanderan ve hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle