Li Rojavayê Kurdistanê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, bal hate kişandin ser zehmetiyên perwerdehiyê. Tevî ku şer û koçberiyê bandoreke neyînî li ser dibistanan kiriye, lê malbat û saziyên perwerdehiyê bi her awayî hewl didin ku xwendina bi zimanê dayikê raneweste.
Li herêmên koçberan ên li derdora Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran zarok ji ber rewşa ne aram a ewlehiyê, nikarin bi awayekî asayî biçin dibistanên xwe. Lê belê, ev yek nebûye asteng ku ew ji zimanê xwe yê dayikê dûr bikevin.
Nisrîn Hemadê ku dayika du xwendekaran e ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber girtina dibistanên li nêzîkî kampan û cihên koçberan, wê mala xwe kiriye dibistan.
Nisrînê got: "Niha dibistan ji ber şer û rewşa aloz girtî ne. Ji bo ku zarokên min ji xwendinê û zimanê xwe bêpar nemînin, ez li malê dersan didim wan. Armanca min ew e ku bingeha wan a bi zimanê Kurdî xurt bibe û sibe dema vegeriyan dibistanê, di nava zehmetiyê de nemînin."
242 hezar xwendekar û 1709 dibistan
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cezîrê Gulistan Mihemed Îsmaîl amarên perwerdehiyê yên sala 2025-2026an bi Kurdistan24ê re parve kirin û diyar kir, li 21 gund û bajarên herêma Cizîrê 1709 dibistan hene û nêzîkî 242 hezar xwendekar li van dibistanan perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin.
Gulistan Îsmaîl destnîşan kir, tevî ku wan xwastibû sala nû ya xwendinê di 25ê Îlonê de bi rêkûpêk dest pê bike, lê ji ber êrîş û geşedanên leşkerî li hinek herêman, astengî derketine. Herwiha tekez kir jî, ew hemû hewlên xwe didin da ku sîstema perwerdehiyê bi Kurdî, Erebî û Suryanî berdewam bike.
Daxwaza naskirina fermî û destûrî
Di roja cîhanî ya ziman de, daxwaza sereke ya Kurdên li Sûriyeyê ew e ku zimanê Kurdî di destûra nû ya welat de bi fermî were naskirin. Çalakvan û zimannas diyar dikin ku piştî bi dehan salan ji qedexekirinê, îro perwerdehiya bi Kurdî gihîştiye asteke akademîk, lê pêwîstiya wê bi statuyeke yasayî û navneteweyî heye.