Li Rojavayê Kurdistanê pêngaveke nû ya birêvebirinê

.

 Li Rojavayê Kurdistanê kursên perwedekirina karmendên Rêveberiya Xweser didomin.

Karmend li ser rêbazên birêvebirina karên saziyan perwerde dibin.

Ev kursên perwerdeyê di çarçoveya bicihkirina xalên Peymana Civakî de tên dayîn.

“Mehekê berdewam kir”

Hevserokê Ofîsa Rahênan û Perwerdekirinê Elî Ebdurehman li ser dewra çaran a kursan ev agahî dan:

“Vê dewra ji bo rahênan û perwerdekirina karmendan mehekê berdewam kir.

Karmend li ser  pirsên hevserokatiya hevbeş û plandanîna stratejîk û dîwan û sîstema peywendiyan, pirsên darayî û yasaya girêbestan hatin perwerdekirin.

Ev jî bi wê armancê bû ku em karmendên Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.”

Hevseroka Encûmena Gelan a Kantona Dêrezorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Duha Salihê jî behsa girîngiya Peymana Civakî kir.

“Dê bibe rênîşander”

Hevseroka Encûmena Gelan a Kantona Dêrezorê Duha Salihê li ser girîngiya Peymana Civakî got:

“Encûmena Gelan a Demokratîk Peymana Civakî pesend kir da ku Rêveberiya Xweser di warê siyasî de were naskirin.

Ev peyman dê ji bo me û ji bo karên siyasî û rêkxistina saziyên Rêveberiya Xweser ên Dêre Zorê bibe rênîşander.”

Li hêla din, Duha Salihê destnîşan kir ku cara yekem e Dêrezor û Reqa dibin kanton û pê de çû:

“Di encamê de çend encûmen wekî ‘Encûmena Jinê’ û ‘Encûmena Malbatên Şehîdan’ hatin damezrandin da ku mafên xelkê bên parastin.”

Piştî ku Encûmena Gelan Peymana Civakî pesend kir li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heykelekî nû yê rêveberiyeke xweser tê danîn.

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê