Li Rojava keçeke sêwî ya 15 salî bo leşkeriyê hatiye birin

.

 Li Şehbayê ya Helebê keçeke sêwî ya 15 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin. Apê wê daxwaz dike ku keça wan bê vegerandin.

Li Şehbayê keçeke sêwî ya 15 salî ya bi navê Filyar Hesen ji bo leşkeriyê hatiye birin.

Apê Filyar Hesen ê bi navê Bengîn Hesen ku niha li Almanyayê dimîne ji Rûdawê axivî û got, dema ku wan daxwaza vegerandina keça xwe kirin, Ciwanên Şoreşger ji wan re videoya wê şandine, ew di wê videoyê de dibêjin ku Filyar Hesen li ser daxwaza xwe tevlî hevalan bû ye.

Bengîn Hesen got piştî ku birayê wî, yanî bavê Filyar Hesen di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabû û diya wê jî ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da bû, Filyar sêwî mabû, wan herdu zarokên birayê xwe radestî metika wan kiribûn û ji dema dagîrkirina Efrînê ve li Helebê dimînin.

Herwia Bengîn Hesen dibêje, keça birayê wî dema ku bi seredan çûye gundê Um Hoşê yê Şehbayê cem apê xwe, Ciwanên Şoreşger ew birine.

Bengîn Hesen da zanîn ku ev 8 meh in li biraziya xwe digerin û got “Ji roja ku em lê digerin ji me re dibêjin keçik çûye Qamişlo. Em çûn Qamişloyê ji me re gotin keçik li Hesekê ye. Em bi Hesekê re axivîn ji me re gotin keçik çûye Qendîlê. Her carê ji me re dibêjin li derekî ye. Li sûriyê her tiş bûye navbeynkarî, eger navbeykarê te hebin keça te ji te re tînin, eger vasitayê te tinebin wê keça de wenda bibe.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN