Li Rojava hazirîye helbijartinan tê kirinê, lê mixalefet ne ligel e

.

Rêveberiya Xweser xwe ji bo hilbijartinan û serjimêriyê amade dike, ku tê pêşbînîkirin di 3ê mehên destpêkê yên sala bê de werin pêkanîn.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, ji medya nêzîkî Rêveberiya Xweser re ragihand, ku di 3ê mehên destpêkê yên sala 2022an de, wê hilbijartinên Rêveberiya Xweser werin encamdan.

Ebid Hamid El-Mihbaş ragihand ku piştî hilbijartinê jî dê serjimêriyeke giştî li navçeyên Rêveberiya Xweser bê pêkanîn.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser got, ku reşnivîsa Girêbesta Civakî amade ye, û guhertinên mezin tê de nehatine kirin, tenê hinek hevok ji bo diyarkirina naverokê lê hatine zêdekirin.

Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser komîteyek ji 158 endaman pêk anîbû, di nav wê de jî ji bo dariştina Peymannameya Girêbesta Civakî ya nû komîteyeke biçûk ji 30 endaman hatiye pêk anîn.

Ev komîte dê karê xwe yê amadekirina wê reşnivîsê di heyama 2 mehan de pêk bîne.

Endamê Polîtbûroya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman beşdarî da xuyakirin ku eger hilbijartin di rewşa niha de bê kirin ti xizmetekê nake.

Ehmed Silêman tekez dike, pêwîst e destpêkê rêkeftineke siyasî bê kirin û eger wiha nebe, hilbijartinê dê ti bandoreke baş nebe.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Muhsin Tahir jî beşdarî bultena Rûdawê bû û bi gotina wî, “Ev hilbijartin ne di berjewendiya gotûbêjan de ye.”

Muhsin Tahir diyar dike ku di gotûbêjan de wan behsa birêveçûna hilbijartinan nekiriye û dibêje, “Biryara sazkirina hilbijartinan yekalî hatiye dayîn.”

Çavkaniya Nûçeyê

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin