Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi bihêz 5.4 pile li ser pîvera Richterê çêbû. Erdhej li gelek parêzgehên derdorê jî bi hate hestkirin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro 24ê Îlonê danê sibê seat di 10:40an de, erdhejeke bihêza 5.4 pileyî parêzgeha Rihayê rû daye.
Li gorî zanyariyên AFADê, navenda erdhejê navçeya Karakopru ya ser bi Rihayê ve bûye û di kûrahiya 7.39 kîlometreyan de di bin erdê de pêk hatiye.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, erdhej ew qas bihêz bûye ku ji bilî Rihayê, li parêzgeha Diyarbekir û navçeyên derdorê jî bi awayekî ji aliyê welatiyan ve hatiye hestkirin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ji aliyê aliyên peywendîdar ve ti raporeke fermî derbarê ziyanên canî yan madî de nehatiye belavkirin.