Li Rihayê di 6 mehan de 378 zarok rastî destdirêjiyê hatine

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê yên 2019an de, li gor daneyên fermi 378 zarok rûbirûyê îstismara cinsî bûne.

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê yên 2019an de, li gor daneyên fermi 378 zarok zarok rûbirûyê îstismara cinsî bûne.

  

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê ragihand ku di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de 287 jê zarokên keç, 91 jê zarokên lawik bi giştî 378 zarok rastî îstismara cinsî û tecawîzê hatine.

 

Li gor raporan 21 zarok di encama tecawîzkirinê de ducanî bûne, lê ev hejmar têne yên bi awayekî fermî diyar bûne û derbasî qonaxa darîzandinê bûne.

 

Pisporan dibêjin rêjeya bûyerên wek îstismarkirinên cinsî û tecawîzkirinên li dijî zarokan li gor salên borî hêj zêdetir bûne. Herwiha pispor dibêjin dozger û navendên şopandina zarokan hewl didin bûyerên tecawizê yên li dijî zarokan veşêrin.

 

Hat ragihand ku ew zarokên ku  rastî îstismara cinsî û tecawîzê hatine temenê wan di navbera 12 û 16 salî de ne û temenê tohmetbaran jî, di navbera 27 heta 28 saliyê de ne. 

Siyaset Haberleri

Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin
Jina Kurd Şemsî Xusrevi, bi îdamê re rû bi rû ye
PDK: Gotinên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser Madeya 140î hewldana fitneyê ne
Nêçîrvan Barzanî: Me bi Serokwezîrê Îraqê re civîneke berhemdar kir
Di pêşniyaryasaya pêvajoyê de çi heye û kê li xwe digire?