Li Rihayê 300 karkerên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiyê kirin

.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 300 endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ji kar hatine derxistin li ber kargeha tekstîlê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK)ê, 10ê meha derbasbûyî mafê sendîkabûnê wergirt, lê Rêveberiya Tekstîl a Ugur piştî 24 rojan ragihand ku ew wê biryarê qebûl nakin û 300 karker ji kar derxistin.

Nûnerê wê sendîkayê Mehmet Turkmen ragihand “Mafê sendîkabûnê nehatiye nasîn, sedema derxistina karkeran jî endambûna mafê sendîkabûnê ye.”

Çalakiya karkeran jî dê dorveger be û  bi komên 20 kesî dê her roj seet 9ê sibehê heya 5ê êvarê be.

Kurdistan Haberleri

Peyama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê jibo serdana heyeta PWK
Dizên zeytûnan bûne belaya serê Çiyayê Kurmênc
Gefa li ser Dêrsimê: ‘Dewlet bila mayînan paqij bike’
Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin
Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin