Li Riha û Kilîsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn

.

 Li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdejê li wan deran bi dehan avahî xirab bibûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirina bi dawî hatin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan ragihand, “Spas ji Xwedê re li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên kavilan bi dawî hatin. Em ê birînê berdewam bipêçin û alîkariya birayên xwe yên li bajarê din bikin.”

Li Rihayê bi giştî 170 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kes birîndar bûn. Her wiha 253 avahî hilweşiyan.

Her wiha AFADê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir li Kilîs û Rihayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatine û ew tîmên ku heta niha li wir dixebitîn dê ji bo bajarên din werin şandin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?