Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan

.

Li Qoserê bi hezaran kes daketin kuçeyan û zeman protesto kirin. Girseyê rêyan girt û dirûşmên "Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa" berz kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran welatî di serî de li dijî zemên ceyranê û zemên ku tên kirin daketin qadan. Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê li hev civiya û dovîz û fatûreyên ceyranê hildan. Hin welatiyan li Qadê agir bi fatûreyên ceyranê xistin û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girseyê bênavber dirûşmên wek "Tayyîp îstîfa", "Dewlet îstîfa", “DEDAŞ îstîfa", “Bimre DEDAŞ" û "Bijî aştî" berz kirin. Xelkê xwest biryara zemên hatine kirin paş de werin kişandin. Girse kêliyek dirêj li Qadê rawestiya û pişt re xwestin ber bi avahiya DEDAŞ'ê ve bimeşin. Polîsan girse asteng kir. 

CADEYAN LI TRAFÎKÊ GIRTIN 

Girse guh neda astengiyê û li ser cadeya Mûsa Anter, Kîlîse û Nexweşxaneyê rê li trafîkê girtin û meşiyan. Polîsan li ser rêya Nexweşxaneyê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xelkê kir. Welatiyan jî keviran avêt polîsan û maşîneyên wan. Balkêş bû ku polîsan gaza îsotê diavêt şaneşînên xwelkê ku piştevanî didan girseyê. 

Xelkê xwest ji fatûreyên zêde hatine re çareserî were peyda kirin. 

Polîsan di êrişan de gelek welatî kirin binçavan û li derdorê rageşiya di navbera welatî û polîsan de berdewam dike. 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan