Li Qersê pirsgirêka sergoyê ya Taxa Karadaxê berdewam e

.

Li Taxa Karadaxê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve gemar bi awayekî belav hatiye rijandin û hem bo tendirustiya mirovan û hem jî bo ya ajelan metirsiyeke mezin çêkiriye.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê û çend rêveberên bajêr çûne cihê sergo û amaje bi wê yekê didin ku divê ev sergo bo derveyî bajêr bê veguhestin.

Parlamentera YSPê a Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit dibêje "Me ev pirsgirêk li parlamentoyê jî anî ziman û em ligel muxtar jî axivîn. Beriya niha hevdîtina me ligel nîştecihên taxê jî çêbû. Daxwazeke wan heye û ew daxwaza me ye jî. Divê bi awayekî lez ev qada sergo bê valakirin û gemar bo derveyî bajêr bê veguhestin."

500 metre nezîkî sergo, cihê çêra ajelan heye û ji ber gemara pizîşkî û kîmyayî hatiye rijandin tendirustiya ajelan jî ketiye metirsiyê.

Heriwha Koçyigit got "Niha ji ber bêhnê em bi zehmetî radiwestin. Lê nîştecihên taxê her roj 24 demjimêr bi vê behnê dijîn. Metirsiyeke zêde li ser tendirûstiya wan û ajelên wan heye. Ne embarek hatiye çêkirin û ne jî cihekî ku gemarê ji holê rabikin heye. Ev yek nayê qebûlkirin."

Şaredariya Qersê nêzîkî 3 salin ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin û her çiqasî nerazîbûna nîştecihên taxê çêbûye jî bi salan e pirsgirêka sergoyê Karadaxê berdewam e.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’