Li Qeladizê 2 Pêşmergeyên PDK-Îyê hatin kuştin

.

 Hat ragihandin ku li Qeladizê di encama êrîşeke çekdarî de 2 Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) can dane.

Li gor zanyariyan, 3 Pêşmergeyên PDK-Î li gundê Helşo yê ser bi devera Qeladizê çûne gerê. Di encama gulebarana Resûl Azereş a ji Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) ku şeva borî ligel Pêşmergeyên Rojhilatî çûbû gerê, 2 Pêşmerge şehîd bûn.

Hat diyarkirin, Pêşmergeyên can dane Lokman Gergulî û Serbaz Çavşîn in.

Herwiha hat zanîn, piştî lêkolînan kesê sêyem ji aliyê asayîşa Qeladizê ve hatiye desteserkirin.

Hate tomarkirin ku êrîşkarê dihat gotin li Herêma Kurdistanê niştecih e, piştî ku 2 Pêşmergeyan can dan, li ser sînor xwe radestî hêzên Îranê kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle