Li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya tevahî hatiye ragihandin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kantona Cizîrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku qedexe dê sibe dest pê bike.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya derketina derve 3yê Sibata 2026an demjimêr 06:00an dest pê dike û heta 4ê Sibata 2026an demjimêr 06:00an berdewam dike.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn sedema biryarê wekî "parastina ewlehî, aramî û ewlehiya niştecihan" nîşan da.

"Dê tedbîrên yasayî werin girtin"

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku divê welatî pabendî biryarê bin.

Asayîşê tekez kir, "Li dijî her kesê ku biryarê bin pê bike, dê tedbîrên yasayî werin girtin."

Siyaset Haberleri

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin
Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir
Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe
Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket
Dogan Hatun dev ji erkê xwe berda