Li Qamişloyê partiya Yekîtî bi nihênî kongre lidar xist

.

 Partiya Yekîtîya Kurdistanî - Sûriye kongreya xwe li bajarê Qamişlo saz kir û careke din Silêman Oso wek Sekreter û Ebdulîlah Ocê wek Cîgirê Sekreterê wê partiyê hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtîya Kurdistanî – Sûriyê (Yekîtî) li bajarê Qamişlo kongreya xwe saz kir. Kongreya Partiya Yekîtî di rojên 23 û 24ê vê mehê de bi awayekî nihênî û dûr ji çavên ragihandinê hatiye lidarxistin.

Li Herêma Kurdistanê, Almanya, Efrîn û Tirkiyê delegeyên kongreyê bi awayekî online beşdar bûn.

Di kongreyê de rewşa siyasî û rêxistinî ya partiyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di kongreyê de Sekreterê Partiyê, Cîgirê wî û 17 endamên Komîteya Siyasî hatin hilbijartin ku 4 ji wan jin in.

Sekreterê Partiya Yekîtî, Silêman Oso derbarê sedema nihênî lidarxistina kongreya de ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku kar û çalakiyên wan li Rojavayê Kurdistanê hatine qedexekirin, wan nekariye kongreya xwe di rewşeke asayî de û bi aşkereyî saz bikin.

Silêman Oso rexne li wê rewşa siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê de girt û got, "em di zindaneke mezin de ne."

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin