Li Qamişlo şanda Amerîkayê bi ENKSê re civiya

.

Şandeyê Taybet ê Amerîka bo Bakurê Sûriyê Nicolas Grenger  bi serkirdeyên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civiya û herdu aliyan pirsa girtina deriyê sînor ê Pêşabûr- Sêmalka gotûbêj kirin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew serdan di çarçoveya civînên berdewam ên navbera herdû aliyan de ye.

Li gorî  zanyariyan, ENKSê daxwaz ji şandeyê Amerîka kir ku guvaşê li ser Rêveberiya Xweser bike bo ku deriyê sînorî Pêşabûr- Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de ji nakokiyên siyasî dûr bixe û şanda Amerîka jî ji aliyê xwe ve soza çareserkirina wê yekê daye.

Di civînê de çend mijarên din jî hatin gotûbêjkirin weke rola Amerîka li navçeyê, rewşa aborî û pêşhatên siyasî.

Ji roja Pêncşemê ve deriyê sînorî yê Pêşabûr- Sêmalka hatiyr girtin û dema dubare vekirina wê jî nayê zanîn.

ENKSê berî niha di daxuyaniyekê de eşkere kirbû ku ji ber ku rê bi şanda wan nehat dayin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û di rêûresma vekirina Yadgeha Niştmanî ya Barzanî de amade bibin, lewma hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bûye ku derî heta demeke nediyar bigire. Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniyekê de gotibû ku bê agahdarkirina wan û bi hebûna ti sedemekê derî hat girtin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’