Li Polandayê du mûşekên Rûsyayê ketin xwarê: 2 kes hatin kuştin

.

Du mûşekên Rûsyayê li welatê Polandayê ketin xwarê û di encamê de du kes hatin kuştin.

Du mûşekên Rûsyayê li welatê Polandayê ketin xwarê û di encamê de du kes hatin kuştin. Serokwezîrê Polandayê daxwaza civîna bilez a lijneya asayîş û berevanî ya welatê xwe dike.

Îro Sêşemê 15ê Mijdara 20222yan, medyaya Polandayê ragihand, du mûşekên Rûsyayê li gundekî rojhilatê welatê wan ketiye xwarê û bûye sedema mirina du welatiyan.

Di yekem karvedanê de Wezîrê Derve yê Latviayê ragihand, armackirina welatekî endamê NATOyê gelek metirsîdar e. Wezîrê Derve yê Norwecê jî got, êrîşa mûşekî ya Rûsyayê bo ser Polandayê pêşhateke gelek metirsîdar e.

Ji aliyê xwe ve, Îstixbarata Amerîkayê agahiya ketina xwarê ya mûşekên Rûsyayê li Polandayê, piştrast kir û eşkere kir ku du kes hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye