Li peravên Lîbyayê 17 koçber xeniqîn û piranî ji Kobaniyê ne

.

Belemeke koçberan li peravên Lîbiya binav bû, 17 koçberan canê xwe ji dest dan, piraniya wan ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Ciwanekî ji Kobanî ku li Lîbiya dimîne ji Rûdawê re got, duh belemeke koçberan ji navçeya Kembût li bajarê Tibriq li Lîbya dixwest biçe Îtalya, li nêzîkî peravên Lîbiya binav bû, di encam de 10 koçberên ji Kobanî ku 6 ji wan ji malbatekê bûn, 3 Jinên ji Efrînê û 3 koçberên ji Bengiladiş û kesek ji Misrê canê xwe ji dest dane.

Wî ciwanê ji Kobanî ku li Lîbiya dimîne got, tenê cihê 12-15 kesan di belemê de hebû, lê 25-30 kes lê siwar bûn, dixwestin bi wê belama biçûk ji bo belemeke din a mezintir bên veguhestin, ku li nava Deryaya Spî li hêviya koçberan rawestiya bû, lê belema biçûk ji ber giraniya barê wê ketibû bin avê.

Li gorî zanyariyan 7 kes hatine rizgarkirin, dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe, ji ber ku hîn hejmareke kes wenda ne.

Cotmeha sala borî jî belemeke koçberan li nêzîkî bajarê Wehran yê Cezayirê ketibû bin avê, 18 kesan têde canê xwe ji dest dabûn, piraniya wan xelkê Kobanî bûn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt